Dîmenên çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazorê

Ji dîmenên ku li gundewarê rojhilatê Dêrazorê hatine kişandin, çeteyên DAIŞ'ê xuya dikin.

16 gulan, 2026   12:18

Ji dîmenên ku li ser medyaya civakî belav bûne, hebûna çeteyên DAIŞ'ê li gundewarên rojhilatê bajarê Dêrazorê diyar dibe.

Di dîmenan de ku nehatiye zanîn kengî hatine kişandin, diyar dibe ku hejmarek çeteyên DAIŞ'ê li motorsîklêtan siwar bûne û alên çeteyên DAIŞ'ê hildane.

Hêjeya bibîrxistinê ye ku endamekî komên Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi navê Amir Îbrahîm El Şilaş 10'ê Gulanê di êrişa çeteyên DAIŞ'ê de li nêzî bajarokê Zebarî yê Dêrazorê hatibû kuştin.

(bb)