Rejîma Îranê kesekî din bi dar ve kir

Dadgeriya Îranê bi îdiaya 'sîxuriyê' Ehsan Afarashteh bi dar ve kir.

Rejîma Îranê kesekî din bi dar ve kir
13 gulan, 2026   10:05
NAVENDA NÛÇEYAN 

Ajansa Nûçeyan a Mîzanê ragihand ku Ehsan Afarashteh serê sibehê bi îdiaya "sîxurî" û "hevkariya bi Mossadê" re hatiye darvekirin. Serdana Afarashteh a li Nepal, Îmarat û Tirkiyeyê weke sûc hate nîşandan.

Rêxistinên mafên mirovan beriya niha têkildarî Afarashteh daxuyanî dabûn û diyar kiribûn ku "mikurhatin" bi êşkenceyê hatiye girtin û li ser rîska darvekirinê hişyarî hatibû dayin.