Li Minbicê Kurdan neçar dikin ku ji bo vegerandina milkên xwe pere bidin

Kurdên ji bajarê Minbicê ji bo mal û milkên xwe vegerînin, tên neçarkirin ku miqdareke mezin a pereyan bidin.

Li Minbicê Kurdan neçar dikin ku ji bo vegerandina milkên xwe pere bidin
13 gulan, 2026   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdên ji bajarê Minbicê piştî ji koçberiyê vegeriyan, ji bo mal û milkên xwe yên desteserkirî vegerînin, neçar dimînin ku miqdareke mezin pere bidin.

Komên girêdayî dewleta Tirk ên cihê xwe di Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî de digirin, dest daniye ser mal û milkên Kurdan, ji bo milkên wan li wan vegerînin, miqdareke mezin a pereyan ji wan dixwazin. Tê gotin ku miqdara pereyan digihêje 10 hezar dolarî.

Li gorî gelek çavkaniyan, piştî ku komên girêdayî dewleta Tirk ji beriya nêzî salek û nîvê ve Minbic kontrol kiriye, derdora 25 hezar Kurd koçber kirin.

QSD û hikumeta demekî 29'ê Çileyê peymanek îmze kir. Yek ji bendên wê vegera ewle ya koçberan li cih û warên xwe ye.

 (bb)