Medyaya erebî: DYA hesab dike ku Çîn zextê li Îranê bike

Medyaya erebî nivîsî ku Washington li ser civîna di navbera serokên DYA û Çînê de hesab dike ku Pekîn zextê li Tehranê bike. Her wiha nivîsîn ku Lubnan bi vebijêrkeke krîtîk re rû bi rû ye; yan dê erda xwe ya başûr vegerîne yan jî bi senaryoyeke mîna ya Girên Golanê yên Sûriyeyê re rû bi rû bimîne.

Medyaya erebî: DYA hesab dike ku Çîn zextê li Îranê bike
13 gulan, 2026   09:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî îro li ser serdana serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û civîna wî ya bi hevtayê xwe yê Çînî re û pêşketinên siyasî yên li Lubnanê û dan û standinên berdewam ên bi Îsraîlê re nivîsî.

‘TRUMP Û JINPING; CIVÎNEK CUDA’

Rojnameya El Xalîc nivîsî ku civîna bilind a Trump-Xi Jinping dê ji civînên berê cuda be, ji ber tevliheviyên rewşa navneteweyî, bi taybet şerê Îranê, pirsgirêkên bazirganiyê yên hesas, pirsa Taywanê û çekên nukleerî.

Rojnameyê destnîşan kir ku Washington hêvî dike ku Pekînê razî bike ku zextê li Tehranê bike û di vê derbarê de têkiliyên aborî yên nêzîk ên di navbera Çîn û Îranê de bi kar bîne.

Lê çavdêr guman dikin ku Trump dê nekare tawîzan ji Çînê bistîne, ji ber ku Pekîn bi prensîba "Yek Çîn" ve girêdayî ye û qebûl nake cebilxaneya xwe ya atomî kêm bike.

‘TRUMP DI SERDANA ÇÎNÊ DE DI NAV FIŞARA ŞERÊ ÎRANÊ DE LI SERKEFTINAN DIGERE’

Reutersê ragihand ku Trump di serdana xwe ya Çînê de li serkeftinan digere, piştî ku armancên wî ji hêla biryarên dadgehê yên têkildarî bacên gumrikê ve hatin astengkirin û piştî ku ji ber şerê bi Îranê re alîgiriya wî kêm bû.

Reutersê li ser zimanê analîstan diyar kir Çîn niha xwedî hêzeke aborî ya mezintir e, di heman demê de Trump berî hilbijartinên navîn li destkeftiyeke siyasî digere da ku rewşa xwe ya navxweyî xurt bike.

‘LUBNAN ÇAWA DIKARE JI EZMÛNA GOLANÊ BIREVE?’

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El Ereb a li Londonê li ser dan û standinên Lubnan-Îsraîlê nivîsî û diyar kir ku Lubnan bi vebijêrkeke krîtîk re rû bi rû ye; yan dê erdê xwe yê başûr vegerîne an jî dê bi senaryoyeke mîna ya Girên Golanê yên dagirkirî yên Sûriyeyê re rû bi rû bimîne.

Her wiha bal kişand ser kêmbûna bandora Hizbullahê piştî pêşketinên leşkerî yên dawîn û diyar kir ku şert û mercên heyî dikarin Lubnanê neçar bikin ku li pey çareseriyeke siyasî û ewlehiyê biçe da ku di siberojê de windahiyên mezintir nede.

(k)