Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Kurdekî birî

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê dadgeha Bilind ya Îranê cezayê darvekirinê li Hemîd Hisên Nejad yê xelkê Urmiyeyê hatî birîn erê kiriye.

Rejîma Îranê cezayê darvekirinê li Kurdekî birî
28 adar, 2025   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê duh Dadgeha Bilind ya Îranê cezayê darvekirinê yê li girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Hisên Nejad (39) yê xelkê Çaldiran ya ser bi Urmiyeyê hatibû birîn, erê kiriye.

Hate gotin ku di dema lêpirsîn û dadgehkirinê de, parêzerên Hemîd ne amade bûn, her wiha bêyî belgeyek hebe dadwer cezayê darvekirinê yê Hemîd erê kiriye.

Hêjayî gotinê ye di 13’ê Nîsana 2023’yan de Hemîd Hisên Nejad bêyî biryara dadwer, ji aliyê hêzên Îranê ve hatibû binçavkirin û piştre di sala 2024’an de cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.