Rejîma  Îranê cezayê darvekirinê li 3 Kurdan birî

Tora Rêxistinên Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku cezayê darvekirinê bi ser 3 welatiyên Kurd hate birîn. Hate gotin ku ceza bi hêceta sîxûrî û kuştina Mihsin Fexrî Zade li her 3 kesan hatiye birîn.

Rejîma  Îranê cezayê darvekirinê li 3 Kurdan birî
8 mijdar, 2024   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Rêxistinên Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê bi ser 3 welatiyên Kurd de biriye.

Li gorî daxuyaniyê, şaxa 2 ya Dadgeha Înfilab ya rejîma Îranê cezayê darvekirinê li ser Idrîs Alî û Azad Şucaî yên xelkê gundê Dolegerm ya Serdeştê û Resul Ehmed Mihemed yê xelkê Başûrê Kurdistanê biriye.

Hate gotin ku cezayê darvekirinê bi tometa sîxuriya ji bo Îsraîlê, veguhestina kelûpelan û kuştina serokê Navenda Lêkolînên Zanistî û Teknolojiyê ya Parastinê ya Îranê Mihsîn Fexrî Zade, li her 3 kesan hatiye birîn.

Rêxistinê ragihand ku her 3 kes di dema binçavkirinê de ji bo sucên xwe îtiraf bikin, di warê fizikî û derûnî de hatine êşkencekirin.

Hêjayî gotinê ye her 3 welatî jî di Hezîrana 2023’yan de ji aliyê hêzên Îranê ve hatibûn binçavkirin û li girtîgeha îstîxbaratê ya Urmiyeyê dihatin ragirtin.

Hêjayî gotinê ye di 27’ê Mijdara 2020’an de serokê Navenda Lêkolînên Zanistî û Teknolojiyê ya Wezareta Parastinê ya Îranê Mihsin Fexrî Zade hatibû kuştin.