Di rojnameyên erebî de Lubnan, serketina Trump û rola NYˈyê

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de diyar kir ku serketina Trump ji bo serokatiya DYAˈyê metirsiyên gurbûna şerê li Lubnanê zêdetir dikin. Rojnameyan ku cih da rola NYˈyê jî, destnîşan kir ku NY ji bo pêşxistina aştî û aramiya cîhanê hatiye avakirin lê şeran gur dike.

Di rojnameyên erebî de Lubnan, serketina Trump û rola NYˈyê
8 mijdar, 2024   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da rewşa Lubnanê piştî serketina Trump, rola neyînî ya NYˈyê û amadekariyên Ewropayê ji bo serdema Trump.

‘LI HEMBER FETWAYEKE ÎRANÊ RAGEŞIYEKE ÎSRAÎLÊ YA LI LUBNANÊ’

Rojnameya El Nehar a Lubnanê bandora hilbijartina Trump ji bo serokatiya DYAˈyê li ser rewşa Lubnanê nirxand. Li gorî rojnameyê, bi zêdebûna şer re, diyar e ku Lubnan dê bi rewşeke kambaxtir re rû bi rû bimîne.

Di dewama nûçeyê de hate bibîrxistin "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li benda ragihandina serketina Trump nebû, lê şerê xwe yê leşkerî û meydanî li eniya Lubnanê gurtir kir. Tehranê peyamek şand ku ew biryara Hizbullahê bi rê ve dibe û biryara şer an çareseriyê di destê wê de ye. Ev yek careke din dide xuyakirin ku Lubnan mîna qada şer, çareserî û peyamên navbeynkaran ên di navbera hêzên herêmî yên şerker de ye.”

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku aliyên dîplomatîk ên têkildar bi fikar in ku êşa lubnaniyan di serdema Trump de zêdetir bibe. Îşaret bi vê yekê jî hat kirin ku hewldanên dîplomatîk ên bi serkêşiya nûnerê DYAˈyê Amos Hochstein paşde ketine û rewşa meydanî wekî xwe hatiye hiştin.

‘GELO NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BÊ KÊR BÛYE?ˈ

Rojnameya El Ereb diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ji bo "pêşxistina aştî û aramiya cîhanî" hatiye damezirandin, bûye saziyek felc û beşdarî gurkirina pevçûnan dibe. Rojnameyê da zanîn ku NY bi sazûmaniya kevnar ve girêdayî ye û êdî li gorî pergala global a bi awayekî radîkal guheriye, tev nagere.

Li gorî rojnameyê, gelek şerên dijwar wekî şerê Rûsya û Ukraynayê, şerê Îsraîl, Hemas û Hizbullahê, îsbat dikin ku NY di pêkanîna aştî û aramiyê de bi bin ketiye.

ˈHEVALBEND Û HEVRIK XWE JI BO SERDEMA TRUMP AMADE DIKINˈ

Rojnameya Şerq El Ewsat jî cih da daxuyaniyên dewletan ên piştî ragihandina serketina Trump ji bo serokatiya DYAˈyê. Li gorî rojnameyê "daxuyaniyên çendîn paytextên cîhanê hesteke giştî nîşan da ku cîhan di mehên pêş de li ber guhertinên bingehîn e. Xuya ye ku hevalbend û dijberên Washingtonê xwe ji bo serdema Trump amade kirine."

Rojnameyê bal kişand ser civîna serokên welatên Ewropayê ku duh li Budapestê pêk hatibû û ev nirxandin kir: "Serokên dewletên Ewropayê ku duh di çarçoveya koma siyasî ya ewropî de li Budapestê hatibûn gel hev, xwest xwe wek eniyeke yekgirtî bidin xuyakirin, lê nikarîbûn fikarên xwe yên der barê polîtîkayên Trump de veşêrin. Di civînê de careke din ˈtonaˈ avakirina stratejiyeke xweser derket holê û lehengê wê serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bû. Macron bi xurtî ev mijar pêşniyar kir."

Rojnameyê axaftina Macron a di civînê de jî wiha nirxand: "Macron di axaftina xwe ya dirêj de hincet û arguman bi kar anîn da ku guhdaran bide îqnakirin ku divê Ewropa çarenûsa xwe bi destên xwe bigire. Macron di wê baweriyê de ye ku tevahî ewropî di heman alî de nameşin, lê hinek ji wan heya radeyeke mezin sazkirina têkiliyên xwe bi Trump re di ser xetereyên terikandina ˈsîwana dualîˈ ya Atlantîk û Amerîkayê re tercîh dikin. Lê belê, tişta ku di axaftina wî de bal dikişand, girîngiya ku Ewropa xwe li gorî rewşa nû ya ku ji ber serkeftina Trump derketiye, biguncîne."