Operasyona Ewlehiya Domdar derbasî qonaxa duyemîn bû

Operasyona Ewlehiya Domdar derbasî qonaxa duyemîn bû. Di vê çarçoveyê de hêzên operasyonê li beşa “Muhacîrat” a kampa Holê dest bi lêgerînê kir.

Operasyona Ewlehiya Domdar derbasî qonaxa duyemîn bû
8 mijdar, 2024   10:48
HESEKÊ

Operasyona Ewlehiya Domdar a ji aliyê YPJ, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve ji bo paqijkirina kampa Holê û derdora wê ji çeteyên DAIŞˈê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya sêyemîn de dewam dike.

Hêzên Operasyona Ewlehiya Domdar di daxuyaniya xwe ya îro de ragihand ku piraniya armancên operasyonê di roja duyemîn de pêk hatin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin di qonaxa yekemîn de xeta ji Holê heya sînorê Iraqê, xeta Holê ya ber bi Til Hemîsê ve, her wiha devera Hol a ber bi Hesekê, Şedadê û Erîşeyê ve hatin paqijkirin.

47 ÇETE HATINE GIRTIN

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "7 çeteyên din ên DAIŞˈê hatin girtin. Bi vê yekê hejmara çeteyên ku di 2 rojên pêşîn ên operasyonê de hatine girtin bû 47. Her wiha miqdareke mezin a çekan hatin desteserkirin."

Nûçegihanê me yê ku operasyonê dişopîne, ragihand ku operasyona vê sibehê bi lêgerîn û paqijkirina beşa “Muhacîrat” a kampê dest pê kiriye.

(bb)

ANHA