Rejîma Îranê çalakvaneke siyasî destgîr kir û cezayê girtîgehê li 6 jinan birî
Li Tehranê çalakvaneke jin hate destgîrkirin û cezayê girtîgehê li 6 jinên din jî hate birîn.

Çalakvana siyasî ya bi navê Mutehere Guneyî li Tehranê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate destgîrkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.
Li gorî çavkaniyan, Mutehere ji ber ku nerazîbûn nîşa êrişên Îsraîl yên li ser Îranê da û berpirsên herêmê wek sedema êrişan nîşan dan, hatiye destgîrkirin.
Heman çavkaniyê ragihand ku li 6 jinên Behayî yên niştecihên Kerecê yên bi navên Mîrza Aqa, Mehîn Seadtimend, Mehşîd Seîdî, Semer Mesudî, Mona Zikayî û Nasir Rece, bi hinceta ‘propagandaya li dijî dewletê’ cezayê 10 mehan girtîgeh û 2 sal qedexeya derketine derve hatiye birîn.