Rejîma Îranê 4 girtiyên din darve kirin

Hat ragihandin ku rejîma Îranê di navbera rojên 13 û 15’ê Tebaxê de li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê 4 girtiyên din bidarve kiriye.

Rejîma Îranê 4 girtiyên din darve kirin
18 tebax 2024   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Tora Mafên Mirov a Kurdistanê diyarkir ku di navbera rojên 13 û 15’ê Tebaxê de rejîma Îranê 4 girtiyên din ku bi tometên cûda hatibûn girtin, li girtîgehên Kerec, Sine û Sebzeward bi darvekiriye. Hat gotin ku 3 ji wan Kurdin.

Li gor agahiyên ku Tora Mafên Mirov a Kurdistanê belavkirine, yek ji wan girtiyan bi navê Peyman Elaweysî (37) xelkê Sine ye û pênc salbûn girtîbû û li girtîgeha Sine hate darvekirin. Girtiyek din yê bi navê Nasir Şefiî ku xelkê bajarê Tîkabe û ev pênc sal bûn girtîbû û li girtîgeha Kerec hat darvekirin.

Girtiyek din jî bi navê Seîd Niyazî yê xelkê Loristanê çar sal bûn li heman girtîgeha Kerecê dihat girtin û li heman girtîgehê hate bidarvekirin.

Li gor heman agahiyan girtiyê din jî bi navê Reza Zerdkuhî xelkê gundê Zerdkuhî ya ser bi bajarê Sebzewar a Xoresanê ye û çed salek beriya niha hatibû girtin û li girtîgeha Sebzewar hat bidarvekirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji serê salê ve bi dehan kes li girtîgehên Îranê de hatine bidarvekirin. Bi sedan kes jî cezayê darvekirinê lê hatine birîn. Piraniya wan bi tometên siyasî û senaryoyên ku rejîmê amadekirine tên cezakirin.