Rejîma Îranê 3 meh cezayê girtîgehê li kurdekî birî

Dadgeha Urmiyeyê li welatiyek Kurd yê xelkê Bokanê 3 meh û rojek cezayê girtîgehê birî.

Rejîma Îranê 3 meh cezayê girtîgehê li kurdekî birî
22 kanûn, 2024   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, welatiyê Kurd yê bi navê Abdula Gulistanî yê xelkê Bokanê, ji aliyê şaxa 3 ya Dadgeha Urmiyeyê ve, 3 sal û rojek cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.

Hate gotin ku Abdula bi tometa ‘propagandaya dijî hikumetê’ hatiye cezakirin.

Hêjayî gotinê ye Abdulla di 11’ê Tîrmeha 2023’yan de ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatibû binçavkirin, piştî hefteyek êşkenceyê rakiribûn nexweşxaneyê û piştre jî bi kefalet bi awayek demkî hatibû berdan.