Reîsî dê serdana Tirkiyeyê bike

Li gorî ajanseke nûçeyan a Îranê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî çarşema bê dê serdana Tirkiyeyê bike.

Reîsî dê serdana Tirkiyeyê bike
22 ÇILE, 2024   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Tesnîm a Îranê ragihand ku Reîsî çarşema bê dê diçe Tirkiyeyê.

Diviyabû serdan 4`ê  Çileyê pêk hatiba, lê piştî teqînên li bajarê Kirmanê yê Îranê, serdan taloq bûbû.

Di serdanê de li gorî heman ajansê, Reîsî dê civîna 8`an a Meclisa Hevkariyê ya Bilind li dar bixe. Çaverê ye ku di çarçoveya serdanê de, derdora 10 lihevkirin û peyman têkildarî qadên çandî, zanist, ragihandin, kar û barên hundirîn, veguhastin, bazirganî û aboriyê bên îmzekirin.

(şx)