Meclisên Minbicê soza şopandina rêya şehîd Zelal da

Meclisên sivîl ên kantona Minbicê qetilkirina şehîd Zelal Zagros şermezar kir û soz da ku heta serkeftinê rêya wê bişopînin.

Meclisên Minbicê soza şopandina rêya şehîd Zelal da
22 ÇILE, 2024   16:26
MINBIC

Meclisên sivîl ên kantona Minbicê bi daxuyaniyekê êriş û qetilkirina li ser pêşeng Zelal Zagros (Firyal Xalid) li Kerkûkê, şermezar kir. 

Hevseroka Meclisa Xeta Xerbî Sîham Hemêdî daxuyaniya meclisan xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin, qetilkirina heval Zelal bi destê terorê bi 8 guleyan nîşan dide ku di serdema cahîletê de ew kiryar û sûc dihatin kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şehîd Zelal di qonaxa herî girîng û hestyar de derbasî Minbicê bû û kedeke mezin tev hevrêyên xwe da, da ku jin rola xwe di şoreşê de bilîzin, her wiha di damezirandina meclisên sivîl û komînan de cih girt.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şehîd Zelal bi dilê xwe yê sade û paqij ji tevahiya gel nêzîk bû û li pirsgirêk û xemên wan guhdar dikir û ji wan re çareserî pêşkêş dikirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza tolhildana pêşengên jin ên ku ji aliyê pergalên zordest ve hatin hedefgirtin hate dayîn û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku ji bo vî sûcê qirêj dest bi lêpirsînan bikin û hesabê ji kujeran bixwazin, her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna civakeke azad û demokratîk hate dayîn.

ANHA