Li Meskenayê serdemeke nû dest pê dike

Bajarê Meskena ku di serdema rejîma Baasê de hatibû paşguhkirin, êdî di bin banê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê de ji nû ve tê avakirin. Şênî tên birêxistinkirin û saziyên xizmetguzariyê dest bi xebatê kiriye.

Li Meskenayê serdemeke nû dest pê dike
Li Meskenayê serdemeke nû dest pê dike
Li Meskenayê serdemeke nû dest pê dike
Li Meskenayê serdemeke nû dest pê dike
Li Meskenayê serdemeke nû dest pê dike
12 hezîran, 2025   03:45
TEBQA

Şêniyên Meskenayê êdî sîstema Rêveberiya Xweser ji nêzîk ve nas dikin û cudahiya mezin a di navbera jiyana di bin bandora desthilata navendî û fikrên azad û xwerêvebirinê de dibînin.

Piştî rûxandina rejîma Baasê di destpêka Kanûna 2024’an de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) berê xwe da bajarên El Dibsî, Meskena û Dêr Hafir ên gundewarên rojhilatê Helebê. Her sê bajar piştî rûxandina rejîmê tev li kantona Tebqayê hatin kirin û niha ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê ve tên birêvebirin.

Rêveberiya Xweser şêniyên Meskenayê di nava meclis û komînan de bi rêxistin dike û xizmetan pêşkêşî wan dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî mîsyona xwe ya parastina ewlehiya herêman bi cih tînin.

DI RÊVEBIRINA KAR Û BARÊN ŞÊNIYAN DE GAVEKE BIBANDOR

Der barê mijarê de hevserokê Meclisa Sivîl a Meskenayê Îbrahîm El Hekar diyar kir ku meclis di 1’ê Adara 2025’an de hat avakirin û tavilê komîteyên wekî jin, lihevanîn, perwerde û xizmetan hatin avakirin û li gund û taxan jî komîn hatin damezirandin.

Îbrahîm El Hekar da zanîn ku fikra avakirina komînan bi awayekî mezin ji aliyê şêniyan ve hatiye pêşwazîkirin û wiha domand: "Şêniyan komîn wek sîstemeke nûjen a rêveberiyê dîtiye ku dê rê bide wan beşdarî biryardayînê bibin. Her wiha wekî alternatîfa sîstema kevin a muxtariyê ya ku li ser zulm, gendelî û favorîtiyê ava bûbû, dibînin."

El Hekar îşar bi vê yekê kir ku şêniyên piştî rûxandina rejîma Baasê ji herêmên Rêveberiya Xweser vegeriyane, roleke girîng di şîrovekirina berpirsiyariyên komîn û komîteyan ji cîran û xizmên xwe re lîstine û got: "Vê yekê jî qebûlkirina modela nû ya rêveberiyê ji aliyê civakê ve bihêztir kir."

Şêniyên Meskenayê cudahiya mezin a di navbera performansa saziyên Rêveberiya Xweser û yên rejîma Baasê de dibînin. Rejîma Baasê xwe dispart burokrasî û rûtinbyînê, vê jî rê li ber gendeliyê vedikir. Lê Rêveberiya Xweser rêgezên şefafiyet û beşdariya gel dipejirîne. Ev jî dihêle ku welatî bê tirs rexneyan li performansa saziyan bikin, her wiha daxwazên wan zû werin bersivandin.

ŞÊNIYÊN MESKENAYÊ KAR Û BARÊN XWE BI RÊVE DIBIN

Ya ku bala şêniyên kişandiye ew e ku tevahî karmendên saziyên Rêveberiya Xweser ji şêniyên Meskenayê bi xwe ne, lê di serdema rejîma berê de karmendên ji deverên din ên Sûriyeyê dianîn û li saziyên wê dihatin tayînkirin.

Îbraîhm El Hekar anî ziman ku pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser dê bibe wesîleya ronesansê û got: "Welat tenê ji aliyê gelên xwe ve têne avakirin û Meskena dê bi destê gelê xwe de di bin banê Rêveberiya Xweser de geş bibe. Em ê bi rêya xebatên hevbeş siberojeke ronî û geş ava bikin."

Hevserokê Meclisa Sivîl a Bajarê Meskenayê Îbrahîm El Hekar da zanîn ku piştî derfet ji şêniyan re vebû ku xizmetê bikin, derfetên kar ji wan re peyda bû, di heman demê de hevgirtina civakê xurttir bû. El Hekar got: "Em dê bajarê xwe bi pêş bixin. Eger em bi xwe bajarê xwe bi pêş nexin tu kes nayê bi pêş naxe."

Şêniyê bi navê Eymen El Hemed ê ji Meskenayê li ser sedemên paşguhkirina bajar di serdema rejîma berê de got: "Di serdema rejîma Baasê de karmend ji derveyî bajar dianîn û li vir tayîn dikirin. Wan karmendan jî eleqe nedidan pêşxistina herêmê."

El Hemed destnîşan kir ku cudahiyek mezin di navbera rewşa niha û rewşa di dema rejîma Baas’ê de heye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Saziyên fermî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin avakirin. Ev sazî jî ji aliyê şêniyên Meskenayê ve tên birêvebirin. Bi vê yekê re têkilî di navbera sazî û şêniyan de xurt bûye."

Eymen El Hemed di dawiya axaftina xwe de got: "Berê welatiyan nedikarîbûn saziyên rejîmê rexne kiribana, lê îro bi serbestî rexneyên xwe tînin ziman. Karmend jî bi hemû hêza xwe pêdiviyên şêniyan bi cih tînin. Şênî û rêveberî ji bo pêşxistina rewşa Meskenayê di hemû qadan de mil bi mil dixebitin."

Jina bi navê Ruweyda El Xelef a ji Meskenayê diyar kir şêniyên Meskenayê bi xwe bajarê xwe ji nû ve ava dikin, her yek li cihê xwe kar dike û bi rêveberiya xwe ya xweser kevirê sereke yên geşkirinê datînin.

Ruweyda her wiha got: "Ev tişt ji cihê kêfxweşî û serferaziyê ye, ji ber ku em bi destê xwe siberoja xwe ava dikin."

Ruweyda El Xelef girîngiya hevgirtina xurt di navbera şêniyan û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser de destnîşan kir û got: "Ji bo em herêma xwe ya kavilkirî veguherînin herêmeke pêşketî hevgirtineke xurt di navbera şêniyan û karmendên saziyên Rêveberiya Xweser hewce ye.”

(bb)

ANHA