Joseph Avn ji Îranê re: Destwerdana li Lubnanê rawestîne

Serokê Lubnanê bang li Îranê kir ku destwerdana karûbarên Lubnanê rawestîne û got aloziya bi Îsraîlê re tenê bi danûstandin û dîplomasiyê dikare were çareserkirin.

Joseph Avn ji Îranê re: Destwerdana li Lubnanê rawestîne
5 hezîran, 2026   21:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Lubnanê Joseph Avn bang li Îranê kir ku dev ji destwerdana karûbarên Lubnanê berde. Di hevpeyvînekê de bi CNN re ku îro hate weşandin, Ewn destnîşan kir ku divê Hizbullah fêm bike ku rêya bidawîkirina aloziya bi Îsraîlê re danûstandin e.

Di hevpeyvînê de, Ewn bang li Îranê kir û got, "Ev ne welatê we ye; ev welatê me ye. Ne cihê we ye ku hûn destwerdana karûbarên me bikin." Ewn da zanîn ku, "Ew Lubnanê wekî belgeya bazariyê di danûstandinên xwe yên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re bi kar tînin. Ev nayê qebûlkirin."

Ewn her wiha diyar kir, "Divê Hizbullah fêm bike ku ji bilî rûniştin û axaftinê rêyek din tune ye. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê û rizgarkirina tiştê mayî ji bilî danûstandin û dîplomasiyê rêyek din nîn e."

(fr)