Rêber Abdullah Ocalan: Senaroyaya Qibris û Antakyayê li Başûr e 

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên beriya 31 salan ên têkildarî Başûrê Kurdistanê de bal kişandibû ku îhtîmala pêkanîna senaryoyên mîna yên Qibris û Antakyayê li Başûr heye. Mumkune Kurdan hemuyan tasfiye bikin.  

Rêber Abdullah Ocalan: Senaroyaya Qibris û Antakyayê li Başûr e 
30 nîsan, 2024   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan di nirxandinek xwe ya sala 1993’ayn de bal kişandibû ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî Başûrê Kurdistanê û hevkariya hêzên PDK’ê di van êrişan de. 

Rêber Abdullah Ocalan, metirsî û senaryoyên li ser herêmê vegotibûn û derbarê mijara “Eger gerîlayên Kurdistanê ji bo tevahiya Kurdan têkoşîn nekin, li wir nebin, wê çi çêbibe” de xalên girîng anîbûn ziman.

Nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan wiha ne:

"Eger ev siyaset bimeşe; gerîla bikeve, Tirk û yên li pey Tirkan bi ser ketin, Kurdistana Başûr hêdî hêdî kete bin hakimiyetê, gelê Başûr nebêje ‘em ê bi şeref bimînin’, partiyên Başûr nebêjin ‘em ê bi silametî bimînin’, na. Sedî sed wê vê hakiyeketê qebûl bikin; faşîzma Tirk çi dibêje wê qebûl bikin, 3 milyon Tirkmen ê bi hikum (Bi zorê) qebûl bikin, çi bixwazin; walî, paşa, ê tayîn bikin; ê vî tiştî qebûl bikin. Yanî ji zilamtiyê bêtir tiştekî nikarin bikin. Di dawiya vê hicûm, vê êrişa Tirkiyeyê de her kes wê li benda vî tiştî be (rû bi rû bimîne). Nêrînên wekî, ‘Ew ê derkeve, weê zû derkeve, nizanim dê ji me re Kurdistanekê çêke’; pir xeyaleke şaş e. Ez bawer im ê hin qetlîaman çêkin. Mimkun e bi hinek rejîman re tifaqan jî çêbikin. Li Qibrisê çawa çêbû, li Antakyayê (Hatay) çawa çêbû? Li wir tu gelê Rûm nema, gelê Ereb nema, giş tesfiye bûn. Mimkun e li Kurdistana Başûr jî Kurd hemû tasfiye bibin.

3 milyon Tirkmen zimanê xwe dixwazin. Yên din jî wê bi zorê, bi pereyan bikin Tirkmen. Jixwe Hewlêr xwe nîvî Tirkmen dihesibîne. Wê careke din têkeve, mekteban di nav de çêbikin, li hemû herêmê jî çêdikin. Bi roj û şev kî bi Tirkî bixwîne, kî xwe Tirk bihesibîne, wê ji wan re ewqas pere bê. Ez bawer im di demeke kin de Kurdistana Başûr ji çaran sê xwe Tirk bihesibîne.

Di netîceyê de wê Kurdistana Başûr jî ji dest biçe. Partî martî namînin. Tehlîkeye mirov bîne ber çavê xwe, bi esasî ev e.

Berxwedana PKK’ê di vir de temamen berxwedaneke neteweyî ye. Ne ji bo Kurdistana Bakur tenê, ji bo hemû Kurdistanê berxwedaneke tarîxî ye. Berxwedana gerîla temamen aydê Kurdan e. Eger ev berxwedan were şikandin, bila her partî zanibe ku nikare siyasetê bike. Berdin siyasete bike, nikare gel bibîne, gel namîne."