ˊFikrên Rêber Abdullah Ocalan hevgirtina pêkhateyan xurt kirˊ

Çalakvanên siyasî yên kantona Cizîrê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo bişaftina gelên herêmê şerê taybet dide meşandin, lê belê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan armancên wê hatin têkbirin.

ˊFikrên Rêber Abdullah Ocalan hevgirtina pêkhateyan xurt kirˊ
30 nîsan, 2024   03:35
HESEKÊ

Rêber Abdullah Ocalan di hemû perspektîfên xwe de girîngî da xurtkirina îradeya gelên bindest li dijî siyasetên qirkirin û înkarkirinê. 

Çalakvanên siyasî diyar kir ku krîza Sûriyeyê ji destpêkê ve li dijî gelên herêmê mîna qirkirina kom bû. Kotî anî zimna ku ger ne ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê ji komkujiyên qirkirinê nedihatin parastin.

Çalakvanê siyasî Mihemed Baqî Kotî diyar kir ku krîza Sûriyeyê ji destpêka xwe ya di 2011'an de ve eger ne ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan ba ew ê li dijî gelên herêmê qirkirina komî ba, ji ber ku wî gelên herêmê li gor neteweya demokratîk kirin yek.

Kotî wiha domand: "Sûriye ne wek dewletên din ên Rojhilata Navîn e. Ji ber ku mozaîkeke bedew ji hemû pêkhate û olan di xwe de dihewîne. Dijminên herêmê di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl da di aliyê neteweyî de fitneyê peyda bike. Lê belê fikrên Rêber Abdullah Ocalan ev plan têk birin û fikrê neteweya demokratîk li nav gelan belav kir."

Kotî wiha li gotina xwe zêde kir: "Şerê ku niha li dijî me tê meşandin encama şerê taybet ê dewletên şovenîst e. Armanca wan bişaftina gelan bi taybet gelê Kurd ê xwedî dîroka bi hezaran salan e. Lê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û zanayên herêmê û baweriya wan bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan, ev plan hatin têkbirin."

Kotî diyar kir ku eger ne ji fikrên Rêber Abdullah Ocalan bûya dê li herêmê şerên eşîrî, neteweyî û olî derketana û wiha pê de çû: "Her tişt amade bû, heta pêkhate jî bi fikrên nijadperestî hatibûn amadekirin. Lê bi saya belavkirina fikrên Rêbertî di nava serokeşîr û ciwanên herêmê de, ev plan têk çûn."

Çalakvan Zehra Ebdullah Mihemed axivî û got: "Fikrên Rêber Abdullah Ocalan bandoreke mezin li xurtkirina îradeya gel a hemû pêkhateyan kir û hişt ew tev li tevgera azadiyê bin."

Zehra wiha dawî li gotina xwe anî: "Fikrê Rêber Abdullah Ocalan di serî de bandor li pêkhateya Ereb kir bi taybetî jî jin; ji ber ku civak di bin adetên paşguhkirina jinan de dijiyan. Lê bi saya fikrên Rêber Abdullah Ocalan jinan ev adet û kevneperestî derbas kirin û ket nava saziyên Rêveberiya Xweser û qada leşkerî."

(mh)

ANHA