Rcellê taybetmendiyeke nû ya peywendiyan aşkera kir
Şîrketa Rcell a telekomînîkasyonê ragihand ku wan taybetmendiyeke nû ya ragihandinê ya bi navê Volte daye xebitandin.
Şîrketa Rcell a telekomînîkasyonê îro di civîneke çapemeniyê de ku li Qamişloyê li dar xist, destpêkirina taybetmendiya nû ya ragihandinê ya bi deng ‘Volte’ ragihand.
Şîrketê diyar kir ku ev taybetmendî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê taybetmendiyek nû ye.
Rêveberê kar û barên firotinê yê Rcellê Hisên Badlî axivî û diyar kir ku ev qonax destpêka pêvjoyeke nû ye ji bo şîrketê û ev taybetmendiya nû dê guhertineke berbiçav di warê înternetê û peywendiyan de li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne.
Badlî bal kişand ser wê yekê ku şîrket hewl dide li gorî pêşketinên li cîhanî tev bigere û armanc dike ku xizmetên bikalîte pêşkêşî hemû bikarhênerên xwe bike.
Li gorî şîrketê ev taybetmendiya nû ji bo hevpeywendiya bi deng a bi rêya înternetê ye ku bikarhêner dikarin bi rêya wê bi her kesî re bipeyivin.