Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin

Meclisa Gelan a Demokratîk di civîna xwe ya 113’an de Zagona Saziyên rehabîlîtasyon û Çaksaziyê ku ji 92 madeyan pêk tê, erê kir.

Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
Zagona saziyên rehabîlîtasyonê hate erêkirin
21 gulan, 2025   16:01
REQA

Di civîna li salona Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê de, endamên meclisên gel ên kantonan, hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Evîn Siwêd û Hisên El Osman, endamên Desteya Serokatiya Meclisa Gelan a Demokratîk amade bûn.

Di civînê de pêşnûmeya Zagona Saziyên Rehabîlîtasyon û Çaksaziyê ji aliyê hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Yasir El Silêman ve hate xwendin. Piştî xwendinê hemû madeyên zagonê ji aliyê beşdaran ve hatin erêkirin.

Her wiha di civînê de daxwaznameya endamtiya Silman El Îsa bo Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pejirandin. El Îsa li pêşberî endamên meclisê sond xwar.

(k)