Rayedarên Qubrisê 60 penaber rizgar kirin

Rayedarên Qubrisê bi dehan penaber di nav de 3 zarok ji keştiyeke biçûk li beravên welat rizgar kirin.

Rayedarên Qubrisê 60 penaber rizgar kirin
24 ÇILE, 2024   19:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Qubrisê diyar kir ku wan ji bo rizgarkirina helîkopter û keştiyên dewriyeyan şandine. Ew yek jî piştî agahî hat ku keştiyek nêzî 48 kîlometre li beravê Cap Greco yê başûr-rojhilatê Qubrisê heye. Rayedaran anî ziman ku li gorî agahiyên destpêkê keştî ji Lubnanê di 18ˊê Çileyê de bi rê ketiye.

Li Qubrisê di çend mehên borî de hejmara penaberên ji Sûriyeyê û Lubnanê tên zêde bûne, ew jî cihê metirsiyê ye ku ger şer li Rojhilata Navîn zêde bûn, dê hejmara penaberan jî zêde be.

(fr)