Rayedarên NY’yê: Divê bi lez agirbest li Xezayê pêk were

Du rayedarên NY’yê hişyarî dan ku nebûna çareseriyeke siyasî ya mayînde ji bo Xezayê dê bihêle ku êş bidomin. Rayedaran diyar kirin ku divê bi lez û bez agirbest pêk were.

Rayedarên NY’yê: Divê bi lez agirbest li Xezayê pêk were
17 îlon, 2024   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh sibeha bi mijara alîkariyên mirovî ji bo Xezayê civînek li dar xist.

Endamên konseyê li koordînatora Karûbarên Mirovî û Jinûve Avakirina Xezayê ya girêdayî NY’yê Sigrid Kach  û rêveberê Ofîsa Kar û Barên Projeyê Xizmetan a NY’yê Jorge Moreira da Silva guhdarî kirin.

Sigrid Kach rewşa li Xezayê bi "Reş û xemgînî" wesifand û got, ji bo çareserkirin êşên vî şerê "Berpirsyariyên mezin" ji civaka navneteweyî tê xwest.

Sigrid Kach anî ziman ku  101 rehînên li gel Hemasê ragirtî ne, divê bêyî şertan werin berdan.

Sigrid Kach destnîşan kir ku zêdetirî 41 hezar filistînî hatin kuştin, 93 hezar jî birîndar bûne û  zêdetirî 22 hezar kes ji ber birînên wan jiyana wan hatiye guhertin. Her wiha diyar kir ku ji  13-17 hezar kesên ji ling û milên xwe birîndar bûne, rewşa wan giran e dibe werin jêkirin.

 Sigrid Kach anî ziman ku divê desthilata Filistînê bi desteka hêzên navneteweyî yên wekî NY, Yekitiya Ewropa û Banka Navneteweyî dîsa tevahî Xezayê kontrol bike.

Sigrid Kach her wiha got: "Civaka navneteweyî berpirsyartiya bangewaziya aştiyeke daîmî û piştevaniya jinûve avakirina Xezayê hildigire. Divê civaka sivîl a Filistînê jî beşdarî xebatên jinûve avakirin û geşkirina aboriyê bibin. Felaketa par piştrast dike ku tenê çareseriya siyasî dikare xeleka êş û azaran bişkîne."

rêveberê Ofîsa Kar û Barên Projeyê Xizmetan a NY’yê Jorge Moreira da Silva jî behsa astengiyên li pêşiya gihandina alîkariyan ji bo Xezayê kir û got, ji bo mîsogeriya bersivdana mirovî ya çalakî rêveberiyeke siyasî û grantiyên ewlehî û jîngehî lazim in.