Şerê hêzên Şamê û çeteyan: Leşkerekî Şamê hat kuştin

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Laziqiye, Helebê û Idlibê bi dijwarî topbaran kirin. Di êrişeke çeteyan de jî leşkerekî Şamê hat kuştin.

Şerê hêzên Şamê û çeteyan: Leşkerekî Şamê hat kuştin
17 îlon, 2024   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê derdora gundê Tifahiya yê bakurê Laziqiyê, derdora gundên Teqad û Kefertela yê rojavayê Helebê bi obîsan topbaran kirin.

SOHR diyar kir ku hêzên Şamê bi tankan derdora gundê Filêfil ê herêma Cebel El Zawiya yê başûrê Idlibê ku di nava herêma "Bêçek" de ye jî kire hedef.

Hate zanîn ku hemwextî topbaranên hêzên hikumeta Şamê balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser herêmê digeriyan.

Hate zanîn ku  3 dronên xwekuj ku ji herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de rabibûn, li gundê Kefer Nûran ê rojavayê Helebê baregeheke leşkerî bombebaran kir.

SOHR diyar kir ku li Meeret Muxis a başûrê Idlibê leşkerekî Şamê di êrişa çeteyên "Fetih El Mubîn" de hat kuştin.

(bb)