Rayedarekî amerîkî: Washingtonê li Yemenê 7 dron winda kiriye

Rayedarekî amerîkî ragihand ku Washingtonê di operasyonên xwe yên li dijî Hûsiyan de, ji nîvê Adarê ve li Yemenê 7 dron winda kirine.

Rayedarekî amerîkî: Washingtonê li Yemenê 7 dron winda kiriye
29 nîsan, 2025   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî amerîkî ragihand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji destpêka operasyonên xwe yên hewayî yên li dijî Hûsiyan de ku nîvê Adarê dabûn destpêkirin, 7 dronên MQ-9 Reaper li Yemenê winda kirine. Rayedar diyar kir ku nirxê her dronekê bi qasî 30 milyon dolar e.

Rayedarê amerîkî ku nexwest navê xwe aşkera bike, ji AFP’êre got ew nizanin gelo dron ji aliyê Hûsiyan ve hatine xistin an ji ber sedemên din winda bûne.

Artêşa DYA’ê duh ragihandibû ku wê ji destpêka operasyonê ve li Yemenê zêdetirî 800 cih kirine hedef, di encamê de fermandarên payebilind jî di nav de, bi sedan çekdarên Hûsî hatine kuştin.

(bb)