Di rojnameyên erebî de tevgera DAIŞ û konferansa yekitiya kurdî

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên îro de sedema zêdebûna tevgerên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê nirxand. Her wiha diyar kirin ku Kurdên Rojava bi helwesteke yekbûyî hewl didin têkiliyan bi Şamê re diyar bikin.

Di rojnameyên erebî de tevgera DAIŞ û konferansa yekitiya kurdî
29 nîsan, 2025   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de tevgerên çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyeyê, Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, her wih aloziya Sûdanê û bandorên wê yên li ser herêmê, bi taybet li ser Misirê, nirxandin.

VEBIJÊRKÊN DAIŞ’Ê LI SÛRIYEYÊ Û SÛDWERGIRTINA JI ‘BÊHÊVÎBÛNA CÎHADÎSTAN’

Rojnameya El Şerq El Ewsat bal kişand ser dosyaya zêdebûna tevgerên çeteyên DAIŞ’ê li Sûriyeyê. Rojnameyê cih da tevgerên DAIŞ’ê, bi taybetî piştî rûxandina rejîmê di Kanûna 2024’an de û sûdwergirtina wê ji valahiya ewlehî û aloziyên li hundirê Sûriyeyê.

Rojnameyê diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê stratejiyeke nû bi kar tînin ku xwe dispêrin jinûveavakirina şaneyên veşartî. Rojnameyê her wiha bal kişand ser vê yekê ku çeteyên DAIŞ’ê bi rêya malperên xwe xîtaba provokasyonê zêde kiriye û aşkera gefan li serokê nû yê desthilata Şamê dixwin.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku rêzeoperasyonên ewlehiyê yên bibandor çalakiyên çeteyan qels kirin, lê hinek şîrovekaran hişyar dan ku dibe ku DAIŞ rêbazeke din a veşartî bi kar bîne da ku derbeyên rasterast telafî bike.

Li gorî rojnameyê, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê arîşeya herî mezin a li pêşiya desthilata Şamê ye, nemaze ji ber hewcedarî bi hevsengiya ewlehî û aramiya siyasî û pêşîgirtina li ber DAIŞ’ê heye ku xwe wek alternatîfeke dewletê nîşan dide.

‘KURD DI NÎVÊ RÊ DE BER BI ŞAMÊ VE’

Rojnameya El Modon a dîjîtal destnîşan kir ku di dosyaya Sûriyeyê de pêşketineke balkêş çêbûye. Der barê vê pêşketinê de hate gotin, piştî hilweşîna rejîma berê û îstiqrara nisbî ku li welat çêbûye, careke din nîqaş der barê pirsgirêka Kurd de çêbûn.

Rojnameyê bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ku li Qamişloyê li dar ket û wek "piştî salan ji parçebûna partiyan gaveke girîng ber bi yekitiya navxweyî ya Kurdan ve" nirxand. Hate gotin, di encama konferansê de belgeyeke hevbeş derket ku lihevkirineke giştî li ser çareseriyekê di çarçoveya Sûriyeyeke yekgirtî de ya li ser bingeha modeleke nenavendî, dûrî pêşniyarên cudaxwaz an konfederal nîşan da.

Li gorî rojnameyê; "Ev guhertina di xitaba siyasî ya kurdî de bi rêkeftineke destpêkê ya di navbera serokê demkî yê Sûriyeyê Ehmed El Şara û fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî de hevdem bû. Ev yek jî nîşanên erênî yên pejirandina diyalogê wekî rêyeke ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî dihewîne, di serî de ji nû ve pênasekirina têkiliya di navbera navend û deverên ku piraniya niştecihên wan Kurd de."

Rojnameyê destnîşan kir: “Tiştê ku qewimî guhertineke bibandor e, ji ber ku helwesteke yekgirtî ya Kurdan derket pêş ku tekezî li ser beşdarbûna di projeya nîştimanî ya Sûriyeyê de dike û garantîkirina destûrî ya mafên çandî û siyasî, bêyî tecrîd an veqetandinê dike. Ev yek di demekê de çêbû ku xwestekeke navxweyî û navneteweyî heye ku nakokiya Ereb û Kurdan li Sûriyeyê bi dawî bibe.”

ŞERÊ LI SÛDANÊ Û BANDORA WÊ YA LI SER MISIRÊ

Rojnameya El Quds Erebî jî aloziya li Sûdanê nirxand. Hate gotin, şerê leşkerî yê di navbera artêşa Sûdanê û milîsên Piştevahiya Lezgîn de dewam dike. Rojnameyê da zanîn ku ev şer xetereyeke mezin li ser Misirê çêdike, ji ber ku ewlehiya avê, sînor û ewlehiya herêmê ya Misirê bi Sûdanê ve girêdayî ye.

Rojnameyê destnîşan kir ku Misir piştgiriya artêşa Sûdanê dike ku wekî hêzeke rewa ye û mafê wê heye qawetê bi kar bîne, lê li ser xetereyên çekên dualî di navbera artêş û milîsan de hişyarî da. Rojnameyê ezmûnên herêmî ji Lubnanê bigire heya Yemenê, nîşan dane ku dikarin bibin sedema hilweşîna dewletan û şerên navxweyî yên dirêj.

Rojnameyê diyar kir ku berpirsyariya Misirê ew e ku hewl bide dawî li şer bîne da ku ewlehiya xwe ya neteweyî û berjewendiyên xwe biparêze.

(bb)