Koçberên ji Efrînê dixwazin dagirker ji ber sûcên xwe bên darizandin

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku divê dewleta Tirk û çeteyên wê ji ber sûcên xwe bên darizandin û cezakirin. Koçberan daxwaza mafê xwe yê rewa yê vegera ewle ya li Efrînê kir.

Koçberên ji Efrînê dixwazin dagirker ji ber sûcên xwe bên darizandin
20 sibat, 2025   07:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Koçberên ji Efrînê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên ji sala 2018’an ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine û bi taybet li Efrîna dagirkirî, bên darizandin. 

Hêvîn Eloş diyar kir ku piştî derketina gelê Efrînê ji Şehbayê gelekî zehmet çêbûn û di wê demê de jî Dadgeha Gelan ku li paytexta Belçîkayê Brukselê hate lidarxistin û wiha got: "Em bi hêvî ne ku dadgehek rast bê kirin. Gelê Efrînê rastî gelek sûcan hat. Li Efrînê gelek sûc li dijî jinan jî hatine kirin. Gelek jinan ji ber sûcên li hember wan xwe kuştiye. Em bi hêvî ne dadgeh biryarên rast bidin û xwedî li biryara xwe jî derkevin."

Hêvînê wiha domand: "Her kesek ku destê xwe di koçberbûna me de heye, divê hesab jê bê xwestin û darizandin. Çeteyekî Sultan Silêman Şah (El Emşat) ku destê wî di kuştina efrîniyan de heye, di nava desthilatdariya Şamê de ye. Ev yek jî tu carî nayê qebûlkirin.”

Hêvîn Eloş di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku koçberên Efrînê di her aliyekê de rastî zehmetiyê tên û got: “Em bi hêvî ne û em bangî rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan dikin ku biryarek rast û durist bê dayîn.”

'KOÇBER LI BENDA VEGERA EWLE NE'

Esmehan Ehmed diyar kir ku dema ku ev dadgeh hate li dar xistin gelê Efrînê gelek kêfxweş bû, ji ber ku dewleta Tirk û çeteyên wê li ser kiryarên xwe yên ku der heqa gelê Efrînê de kiriye bê cezakirin û wiha got: "Em vê gavê pêşketî dibînin. Ji bo dewleta Tirk bê dadgehkirin divê koçberên Efrînê di vê yekê de bi israr bin. Eger em israr nekin, dê guhertina demokrafîk û kiryarên dewlet a Tirk zêdetir bin. Divê rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan jî ji demên berê bêhtir bi berpirsyariyên xwe rabin. Em dixwazin ewle vegerin cih û warê xwe.”

Beyaz Reşîd jî diyar kir ku koçberên ji Efrînê li bende ne ku dagirkerî bi dawî bibe, koçberbûn bi dawî bibe û wiha got: “Dadgeha Gelan divê xwedî li biryarên xwe derkeve û dewleta Tirk a dagirker bê muhasebekirin û ceza lê bê birîn. Her wiha em vegereke ewle dixwazin."

'ÊŞA KOÇBERÊN EFRÎNÊ HER TIM ZINDÎ YE’

Ednan Şêx Mihemed jî got: “Em ê heta dawiya jiyana xwe êşa ku me dîtiye hîs bikin. Jin û zarok bi darê zorê hatin revandin, destdirêjî li wan hate kirin, dibistan û stasyonên trênê kirin girtîgehên veşartî û li dadgehên di bin kontrola milîsan de edalet pêk nedihat. Çi qas dewleta Tirk û çeteyên wê bên cezakirin û darizandin jî em vê yekê ji bîr nakin.”

Ednan di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan li hemberî van kiryaran bê deng nemînin û bi erka xwe ya mirovî rabin û ji dewleta Tirk hesab bê pirsîn. Bêdengiya we li hemberî kiryaran dewleta Tirk a dagirker dide xuyakirin ku hûn şirîk in. Li vir berxwedana me jî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk xurttir be.”

ANHA