‘Qûta 20 malbatan şewitandin’

Zeviyên şêniyê bi navê Seyd Silo di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de şewitîn. Silo got 20 malbatan debara xwe ji wan zeviyan dikir.

‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
‘Qûta 20 malbatan şewitandin’
4 hezîran, 2024   11:34
QAMIŞLO
SILAVA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk a dagirker yekşemê agir bi zeviyên li hember gundê Xirab Kort ê Qamişlo û gundê Talkê û Doda yên Amûdê xistibû. Di encamê de zêdetirî 800 donim genim şewitî. 

200 donim zeviya şêniyê bi navê Faris Mihemed Elî Seyd Silo hebû ku zêdetirî nîvê wê di topbarana dewleta Tirk de şewitî. Vê yekê zirar li 20 malbatan kir ku debara xwe pê dikir.

Silo got ji zeviya xwe nêzî 300 çewal genim bi dest dixist lê nîvê wê hatiye şewitandin.

Malbata Silo û 20 malbatên din debara xwe ji van zeviyan dikin. Silo got wan plan kiribû piştî dirûna genim, berhemên din lê biçînin lê di encama şewitîna zeviyan de, xeyalên wan nema pêk tên.

Silo got: "Tişta dewleta Tirk a dagirker dike, kesek nake. Gunehê me yê yekane ew e ku çeteyên hov cîranên me ne. Em nizanin çi ji me dixwazin û çima ew qas ji me bi kîn in?”

Metirsiyên cotkarên herêmê ji bûyerên wiha zêde dibin. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi nêzîkbûna mewsima çinînê re komîteyên parastina zeviyan ava dike û tîmên agirkujiyê amade ne da ku di rewşên wisa de bi lez destwerdanê bikin.

Cotkar û çavdêrên rewşa herêmê diyar dikin ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi şewitandina zeviyan dixwazin jêdera qûta şêniyan tune bikin û siyaseta birçîkirinê li hember wan bimeşînin. Ev jî li ser coktaran û şiyana wan a domandina çandiniyê, gefeke rastîn e.

(şx)

ANHA