Li Efrînê 3 çete hatin kuştin

Di şerên li dora bajarê Cindirês û Efrînê yê çeteyên dewleta Tirk de 3 çete hatin kuştin. Her wiha 4 çete û 7 sivîl jî birîndar bûn.

Li Efrînê 3 çete hatin kuştin
4 hezîran, 2024   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ragihand ku duh şerên dijwar di navbera çeteyên El Hemzat, El Emşat û çeteyên Ehrar El Şerqiye de li taxa Vîlat a bajarê Efrînê rû dan. 

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şer heta bajarê Cindirêsê firehtir bûye û gihaştiye deriyê gundê Hemam ê bi dewleta Tirk re.

Çavkaniyan aşkera kir ku sedam şer, nakokiya li ser milkiyeta erdekî li Efrînê ye ku çeteyan dest daniye ser.

Li gorî agahiyan şer heta bi şev dom kiriye û di encamê de 3 çete hatine kuştin û 11 kesên din birîndar bûne ku ji wan 7 şênî hene û zirarên madî bi dehan malan bûne.

Her wiha çeteyên El Hemzat û El Emşat gelek nuqteyên leşkerî yên çeteyên Ehrar El Şerqiye kontrol kirine û heta vê sibê aloziya di navbera wan de berdewam kiriye.

(şx)

ANHA