QSDˋê nasnameya şervanekî aşkera kir

QSD'ê nasnameya şervanê xwe Remedan Heqî Til Temir ku di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bû, aşkera kir.

QSDˋê nasnameya şervanekî aşkera kir
26 mijdar, 2024   20:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) nasnameya şervanê xwe Heqî Til Temir (Remedan Elî El Salim) ku di qezayeke leşkerî de di dema pêkanîna erkê xwe de şehîd bû, aşkera kir.

Navendê diyar kir ku şehîd Heqî roleke girîng û sereke di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de lîst û di gelek pêngavên leşkerî wekî "Xezeba Firatê" û "Bagera Cizîrê" û yên rizgarkirina bajarên wekî Hesekê û Minbicê de beşdar bû.

Agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ne:

Nasnav: Heqî Til Temir

Nav û paşnav: Remedan El Salim

Navê dayikê: Fatme

Navê bav: Elî

Cih û dîroka jidayikbûnê: El Murebe 1995

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor - Xeta Rojhilat - 24'ê Mijdara 2024.

(mh/fr)