Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin

Meclisa Gelan a kantona Tebqayê di civîna xwe ya asayî de rêveberên gelek saziyên kantonê mîna Meclisa Malbatên Şehîdan, Yekitiya Şaredariyan û Desteya Hundirîn hilbijartin.

Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin
Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin
Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin
Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin
Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin
Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin
Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin
Meclisa Gelan a Tebqayê rêveberên saziyan hilbijartin
26 mijdar, 2024   19:58
TEBQA

Meclisa Gelan a kantona Tebqayê civîna xwe ya asayî ya bi hejmara 10ˋan bi beşdariya hevserokên meclisê û endamên wê li dar xist.

Di serî de daxwaza Rewda Dawûd a îstîfakirina ji endamtiya Meclisa Gelan hat xwendin û hat erêkirin, dûre Muna El Ehmed ji bo hevseroka Desteya Hundirîn a kantonê hat hilbijartin.

Di çarçoveya pêkanîna bendên Hevpeymana Civakî de, Sara Eto û Mueyed El Taha wekî hevserokên Meclisa Malbatên Şehîdan, Girtî û Gaziyan hatin hilbijartin.

Endamtiya Elî El Mehmûd û Ezîze El Qasim wekî hevserokên Yekitiya Şaredariyê ya kantonê hat erêkirin.

Di dawiya civînê de raporên komîteyên şopandin û çavdêriyê yên meclisê hatin xwendin.

(mh)