QSDˋê dîmena xistina balafira Bayraktar-TB2 da

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê dîmena balafira bêmirov a bi tîpa Bayraktar-TB2 ku li herêma Bendava Tişrînê hate xistin, parve kir.

QSDˋê dîmena xistina balafira Bayraktar-TB2 da
8 ÇILE, 2025   19:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) duh li herêma Bendava Tişrînê balafireke bêmirov a bi tîpa Bayraktar-TB2 xistibû xwarê.

Navenda Ragihandinê ya QSDˋê dîmena xistina balafira Bayraktar da û diyar kir ku di navbera mehekê de ev balafira 5ˋan e li herêmê tê xistin.

(fr)