Nobedarên li Tişrînê bang kir: Tev li çalakiya nobedariyê bibin

Welatiyên ku gihaştine Bendava Tişrînê û çalakiya nobedariyê daye destpêkirin bang li keç û xortan kir ku tev li çalakiya nobedariyê ya li ser bendavê bin.

Nobedarên li Tişrînê bang kir: Tev li çalakiya nobedariyê bibin
8 ÇILE, 2025   19:13
TIŞRÎN

Gelên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê îro ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, di saetên serê sibehê de ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.

Dema karwanê wesayîtên gel nêzî bendavê bû, dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bê mirov û biçek karwan bombebaran kir. Di encama êrişê de ji gel birîndar çêbûn.

Tevî êrişan jî gel ji seyareyan daket û bi meşê xwe gihand Bendava Tişrînê.

Koçbera ji Efrînê ya bi navê Meryem Henan a ku niha li Bendava Tişrînê ye got: "Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi van êrişên me qir bike, lê em ji Erdogan re dibêjin tu çiqas bi balafir û tankên xwe êrişî me bike jî, em ji cihê xwe nalivin û em li vir in."

Meryem bang li keç û xortan kir ku berê xwe bidin herêma Bendava Tişrînê û ji bo parastina bendavê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tev li çalakiya nobedariyê bibin. Her wiha Meryem bang li xelkê Bakurê Kurdistanê jî kir ku piştgiriya xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin û ji bo zextkirina li Erdogan ku van êrişan bi dawî bike, di çalakiyên xwe de dewam bikin.

Welatiyê bi navê Xelîl Îbrahîm ê ji Kobanê jî got: "Em li vir li ser bendavê ne û ji bo parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku dixwazin bendavê wêran bikin, em bi hezaran kes ji tevahî pêkhateyên herêmê hatine vir."

Îbrahîm bang li keç û xortan kir ku tev li çalakiya nobedariyê bibin û piştgiriyê bidin berxwedana QSDˋê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê.

(fr)

ANHA