Li Sirînê kargehek hat bombebarankirin: Karkerek şehîd bû

Balafireke bêmirov ê dewleta Tirk a dagirker danê vê êvarê kargeha tamîrkirina erebeyan a li bajarê Sirînê bombebaran kir, di encamê de karkerek şehîd û 5 jî birîndar bûn.

Li Sirînê kargehek hat bombebarankirin: Karkerek şehîd bû
8 ÇILE, 2025   19:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji herêmê dane, balafireke bêmirov ê dewleta Tirk li bajarê Sirînê yê kantona Firatê kargeha tamîrkirina erebeyan bombebaran kir, di encamê de karkerek şehîd bû û 5 karkerên din jî birîndar bûn.

Heman çavkaniyan diyar kir ku navê karkerê şehîd bûye, Xidir Mustefa Ebdo ye.

(fr)