Komîteya Lêkolînan gera xwe ya li Siwêdayê didomîne

Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a Serbixwe ya Navneteweyî xebatên xwe li Siwêdayê didomîne. Komîte li şahidan û malbatên qurbaniyan guhdarî dike.

Komîteya Lêkolînan gera xwe ya li Siwêdayê didomîne
21 cotmeh, 2025   09:54
SIWÊDA

Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan a Serbixwe ya Navneteweyî, 19’ê Cotmehê gera xwe ya duyemîn li Siwêdayê dabû destpêkirin. Komîteyê gera xwe bi hevdîtina bi malbatên şehîdan û niştecihên gundên wêrankirî re dabû destpêkirin.

Endamên komîteyê di roja sêyemîn a gera xwe de, deverên ku komkujî û binpêkirin lê hatine kirin, ziyaret dike.

Nûçegihanên me diyar kir ku komîte ji cihên komkujî lê hatine kirin, bi malbatên mexdûran, cîranên wan û xizmên wan re hevdîtinan dike, li serpêhatiyan guhdarî dike û agahiyên têkildarî binpêkirinan kom dike.

Her wiha komîte rê nade rojnamevanan ku xebatên wan bişopînin.

Komîteyê di 8’ê Cotmehê de gera xwe ya yekemîn a li Siwêdayê bi dawî kiribû û diyar kiribû ku dê xebatên xwe bidomîne.

(bb)

ANHA