Çekdarên hikumeta veguhêz êrişî bajarokek Siwêdayê kir

Çekdarên hêzên hikumeta veguhêz êrişî bajarokê Era yê rojavayê Siwêdayê kir. Hêzên leşkerî yên xwecihî bersiv da êrişê.

Çekdarên hikumeta veguhêz êrişî bajarokek Siwêdayê kir
3 tebax, 2025   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji Siwêdayê dane, çekdarên girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê şeva berê ji devera di bin kontrola wê ya rojavayê bajarê Era yê gundewarê Siwêdayê de, êrişî taxên şêniyan ên bajarok kir. Çekdaran di êrişê de çekên navîn bi kar anîn. Li hember vê yekê hêzên leşkerî yên xwecihî yekser bersiv da çavkaniya êrişê û hewldana ketina wan li nava taxan têk bir.

Nûçegihan diyar kir ku, piştî bersivdana êrişî, hîna car caran dengên guleyan ji ber paqijkirina herêmê ji wan çekdaran li derdora bajarok û hedefgirtina nuqteyên çekdarên êrişkar tê bihîstin.

Duh jî, çekdarên li goristana xiristiyanî bi cih bûne guleyek hawinê avêt bajarok. Hêzên leşkerî yên xwecihî bersiv da wan. Lê tu agahiyên li ser ziyanên canî û madî nehatin parvekirin.

Hemwextî nebûna tu helwesteke fermî êrişên li dijî herêmê dubare dibin. Ev yek di nava şêniyan de metirsiyê çêdike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kiribû ku di 26ˊê Tîrmehê de ji nişkan ve komên girêdayî hikumeta veguhêz û komên eşîran bi çekên giran ji eniya bajarokê Kenakir ve taxên rojava yên Siwêdayê topbaran kirin. Ev yek binpêkirina aşkera ya agirbestê ye. Di heman demê de kiryarên talankirin, dizîn û texrîbkirinê li bajarokê Kenakir li pêş çavên Hêzên Ewlekariya Giştî hatin kirin.

Piştre çend roj din Hêzên Ewlekariya Giştî gule avêtin sivîlên ku hewl didan rêya Seilê ya ber bi zeviyên çandiniyê yên dorpêçkirî ve qut bikin, barandin.

(fr)