QSDˈê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker da

Şervanên QSDˈê çalakî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirin. Di encama çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

QSDˈê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker da
17 ÇILE, 2025   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSDˈê der barê çalakiyên li dijî artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, hêzên me QSDˈê duh (Pêncşem) li gundên Bab El Ferec û Ebdulhey ên bajarokê Zirganê, çalakî  kirin. Di çarçoveya çalakiyan de li baregehên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hate xistin. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmar nehat tesbîtkirin. Ji bo rakirina kuştî û birîndaran 3 ambulans derbasî baregeha Bab El Ferec bûn.

Li Eniya Dêr Hafirê jî, balafirên bêmirov ên biçek li asîmanê herêmê geriyan û li gundê Îmamê bi moşekan li nuqteyên hêzên me dan. Şervanên me ku bersiva êrişan da û li nuqte û erebeyên çeteyan da. Ji aliyê Yekîneyên Şehîd Harûn ve jî erebeyeke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin.

Li eniya Bendava Tişrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker roja çarşemê saet 04.00ˈan êrişî Girê Syriatelê kir. Hêzên me besiva êrişan da. Yekîneyên Şehîd Harûn kombûneke çeteyan kir hedef. Di encamê de hejmarek kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn û yên din jî neçar man birevin. Piştre dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer û yên bêmirov êrişî herêmê kir. Di erişan de tu zerar negihaştin hêzên me.

Hêzên me li gundê Sekawî depoyeke çekan a çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir hedef û hejmareke çete hatin kuştin."

(bb)

ANHA