QSD`ê piştgiriya hewldanên navneteweyî ji bo biserxistina çareseriya siyasî kir

Fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî daxuyaniyên şandeyê NY`yê Geir Pedersen ên têkildarî Sûriyeyê û çareseriya siyasî bi erênî nirxand û piştgiriya hewldanên NY`yê ji bo biserxistina çareseriya siyasî kir.

QSD`ê piştgiriya hewldanên navneteweyî ji bo biserxistina çareseriya siyasî kir
24 ÇILE, 2025   20:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê "X" got: "Daxuyaniyên Geir Pedersen erênî ne. Em piştgiriya hewldanên navneteweyî yên ji bo biserxistina çareseriya siyasî, dikin."

Ebdî diyar kir ku pêwîstiya tevlêkirina QSD`ê di sazûmaniya dewleta Sûriyeyê de û doza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nêzîkbûneke hizrî heye ku rê li pêşiya nêrîneke nîştimanî ya giştî ve dike ku ber bi Sûriyeya hevgirtî ve diçe.

Ebdî di dawiyê de wiha nivisiye: "Pêwîstiya me bi hikumetek û destûreke adil heye ku mafên her kesî diparêze, edaletê û wekheviyê bi dest dixe."

(şx)