Emîne Osê : Li Sûriyeyê liv û tevgera jinan zêde bûye

Endama Kongra Star Emîne Osê got “Li tevahiya Sûriyeyê liv û tevgera jinan zêde bûye. Li herêmên wekî Heleb, Şam, Siweyda û deverên din, civînên jinan çêdibin. Lê heya îro HTŞ’ê pirsgireka jinan û mafên wan nexistine rojeva xwe û nikare bi cesaret nêzî mijara jinan bibe.”

Emîne Osê : Li Sûriyeyê liv û tevgera jinan zêde bûye
25 ÇILE, 2025   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî şoreşa Rojava, têkoşîna jinan û siberoja Sûriyeyê, endama Buroya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê ji ajansa me ANHA’yê re axivî.

Emîne Osê li ser şoreşa 2012’an a bi pêşengiya jinan, wiha axivî: “Rejîma Baasê, ji ber ku ne gelê Kurd nas dikir ne jî jinên Kurd, wek gelê Kurd û jin di wê sîstemê de tu carî nebûn xwedî rol. Zext û îşkenceyên li ser gelê Kurd, hişt ku di her warî de gel parastina xwe ava bike. Ji ber vê sedemê jî bi pêşengiya jinên Kurd şoreşeke pir xurt çêbû. Vê şoreşê bi coş û kelecaneke mezin bi destê jinan dest pê kir. Di nava rastiya vê şoreşê de pêwîstiya rêxistineke xurt hebû, ev birêxistinkirin jî bi pêşengiya Kongra Star hat avakirin. Di nava vê şoreşê de jinên ku ji aliyê sîstema Baasê ve hatibûn tunekirin, di şoreşê de di nava hemû aliyên jiyanê de cihê xwe girt. Ji siyasetê heya qadên civakî, îdarî û leşkerî, jin bûn xwedî roleke bingehîn.”

‘YPJ JI BO JINAN BÛ ÇAVKANIYEKE JIYANÊ’

Emîne Osê li ser girîngîya xweparastin û pêwîstiyê qadên leşkerî ya ji bo jinan jî wiha got: “Êrişên li ser herêmên me pir zêde bûn, ji ber wê jî pêwîstiyê me bi birêxistibûna jinan a di qada leşkerî de hebû. Li ser vî esasî ciwanên li Rojavayê Kurdistanê bi navê YPJ rêxistina jinan a leşkerî ava kir. Pêşengên şoreşê jin bûn. Di qadên leşkerî de jî jinan têkoşîneke bêhempa meşand û pîvanên azadiya jinan diyar kirin. Têkoşîna YPJ’ê ya di şoreşê de bû bingeheke jiyanî. Di hemû karên sîstema Rêveberiya Xweser de jinan nîvenîv cih girt, sîstema hevserokatiyê hat avakirin û jin bûn pêşengên şoreşê.”

‘JINAN DI HEMÛ QADAN DE CIHÊ XWE GIRT’

Emîneyê wiha bal kişand ser yekitî û birêxistinbûna jinan û wiha axivî: “Qadên ku tu caran li ber jinan nehatibûn vekirin, bi şoreşa jinan re ew qad vebûn û jin tê de bûn xwedî roleke sereke. Qada dîplomasî, sîyasî û rêxistinî di dema Baasê de li ber jinan girtî bûn. Avabûna şoreşê mecal da ku jin di van qadan de xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî rol û mîsyon. Her saleke şoreşê dengê jinên Kurd û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilindtir kir. Rêxistinên jinan li hemû herêman xwe bi cih kir. Li gel avabûna rêxistinên jinan, sazî û dezgehan, heta meclîsan de jinan cih girt.”

‘JI BO SÛRIYEYEKE ARAM DIVÊ HEVPEYMANA JINAN BÊ QEBÛLKIRIN’

Emîne Osê bal kişand ser Hevpeymana Civakî ya ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye amadekirin û got: “Wek rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em gihaştine astekê ku bikarin bi hev re prensîban diyar bikin; ji bo siberoja jinan û mafên wan bixin bin garantiyê. Di Hevpeymana Civakî de madeyên esasî yên mafên jinan garantî kirine û ji aliyê raya giştî ve jî hatine qebûlkirin. Li kelêka wê, hevpeymana xweser a jinan jî hat amadekirin û hemû jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hevpeymanê de xwedî rol bûn û di hemû qadên jiyanê de bi piranî jinan cih girt. Ev yek bû moraleke girîng ji bo tevahî pêkhateyan.”

Emîne Osê qala fedakariyên jinan ên ji bo bidestxistina mafên xwe kir û got: “Pir fedakarî û berdêl dan, heta me birêxistibûyîna xwe ava kir. Jinên sîyasetmedar, rojnemevan, jinên pêşeng ên civakê û yên erka parastina jinan girtibû ser milê xwe, ji aliyê dewleta dagirker a Tirk ve bûn hedefa êrişan. Mîraseke me ya dewlemend heye, li ser vê bingehê jî têkoşîna me dimeşe.”

 ‘JI BO PARASTINA ROJAVA LI SERANSERÊ CÎHANÊ HEMLE HAT DESTPÊKIRIN’

Emîneyê bal kişand ser girîngiya xebatên Kongra Star û wiha axivî: “Xebatên me li seranserê Rojhilata Navîn hene, li kêleka wê jî beşên me yên rewşenbîrî, civakî, sîyasî û dîplomatîk hene. Li Ewropayê jî xebatên me hene. Niha hemleya ku ji bo parastina Rojava me daye destpêkirin heye. Ev hemle dê hem li Ewropayê hem jî li Rojhilata Navîn bê meşandin. Bi vê hemleyê armanca me ew e ku em Rojava û Kobanê biparêzin. Di vê demê de pir kesên navdar, rewşenbîr, jinên bibandor û çalakvan dixwazin werin vir, rastiya gelê Kurd û jinên Kurd li vir bibînin û li hember van êrişan bisekinin.”

‘NE MIMKÛN E GELÊ SÛRIYEYÊ SÎSTEMA ŞERÎETÊ QEBÛL BIKE’

Emîne Osê bal kişand ser sedema destpêkirina şoreşê û sîstema îro ku li Sûriyeyê tê meşandin û wiha pê de çû: “Di dema rejîma Baasê de gelê Kurd layiqî tu tiştî nedihat dîtin, polîtîkayên girtin, îşkence û siyasetên qirêjî li hember Kurdan dimeşandin. Ji ber wê jî bi pêşengiya jin şoreşek pêk hat. Bê guman sîstema îro tê meşandin, ferqa wê ji ya berê nîn e û dibe ku xirabtir jî bibe. Ji ber ku Sûriye xwedî mozaîkeke gelan e. Gelek mezheb, ol û netewe lê hene. Di sîstema berê de her kes bi ol û mezheba xwe dijiya û li gorî wê jî çandek hebû. Kesî mudaxeleyî cil û berg an jî ziman nedikir. Lê sîstema îro ku li ser giştî neteweyan tê ferzkirin; yek ol, yek çand û yek ziman e. Sîstema îro tê ferzkirin sîstemeke cîhadîst e. Peyama yekemîn a ji bo jinan hatibû dayîn; erka jinan mal, zarok û keyfa zilaman e! Peyama duyemîn jî pora jinan girtin, cilên reş lê kirin, li kolanan bi tena serê xwe nemeşîn û nenêrîn bû. Pir zehmet e rv yek li gelê Sûriyeyê bê ferzkirin û nayê qebûlkirin. Ev sîstem bi vî şewazî bê meşandin dê serhildanên mezin çêbin. Ji ber ku elewî, durzî, xiristiyan, Ermen, Kurd û gelên din sîstema mantiqekî olperest pişta xwe bide şerîetê, ne mimkun e qebûl bikin. Ji ber wê jî em dibînin ku li tevahiya Sûriyeyê liv û tevgera jinan zêde bûye. Li herêmên wekî Heleb, Şam Siweyda û deverên din, civînên jinan çêdibin. Lê heya roja îro HTŞ’ê pirsgireka jinan û mafên wan nexistine rojeva xwe û nikare bi cesaret nêzî mijara jinan bibe.”

‘ÎRO HER KURDEK DIVÊ XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA HEYÎ DERKEVE’

Emîne Osê di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd û gelên cîhanê kir û wiha lê zêde kir: “Jinên Kurd têkoşîneke bêhempa meşand. Ruxmî têkoşînê jî her roj bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû man û heta roja îro jî ev têkoşîn didome. Li Kobanê, Tîşrîn û deverên din pêşengên gel tên hedefgirtin û gelek şehîd me dan. Ez bang li giştî cîhanê û bi taybet her çar parçeyên Kurdistanê dikim; her Kurdek divê bê deng nemîne û xwedî li Rojava û Kobanê derkeve.

Ruxmî êrişên dewleta Tirk jî ciwan, dayik, xwişk, bira, hunermend û hemû gelê Rojava berê xwe dide Tişrînê û xwedî li zarokên xwe û axa xwe derdikevin û fedakariyên mezin dikin. Îro kesên ku behsa demokrasiyê dikin, divê çavên xwe vekin û xwedî li şoreşa jinan û têkoşîna heyî derkevin.”