QSD’ê nasnameyên şehîdên êrişa li Şedadê aşkera kirin

QSD’ê nasnameyên şervanên ku 26’ê Sibatê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de li Şedadê şehîd bûbûn, aşkera kirin.

QSD’ê nasnameyên şehîdên êrişa li Şedadê aşkera kirin
1 adar, 2025   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di 26’ê Sibatê de êrişî nuqteya QSD’ê ya li herêma Riwêşid a li başûrê bajarê Şedadê û karker û şivanan kiribû. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê êrişê de daxuyandî dabû û ragihandinbû ku di êrişê de 4 şervanên QSD’ê, 6 karkerên sivîl û 2 şivan şehîd bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê îro jî bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên şehîd bûne aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Firehbûna çarçoveya êrişên dewleta Tirk a dagirker nîşaneyeke xeternak a domandina êrişên ser gelê Sûriyeyê ye. Her wiha niyeta dewleta Tirk aşkera dike ku dixwaze şer bidomîne û qada dagirkeriya xwe berfireh bike."

Îşaret bi berxwedana şervanan hate kirin û wiha hat domandin: "Şervanên me ji roja yekemîn a êrişên dagirker û çeteyan li hemberî êrişan sekinin û karîbûn li ber wan bigirin, ji ber vê yekê dagirker bi kîneke mezin êrişên bêserûber dan destpêkirin û sivîl, binesazî û deverên dûrî eniyên şer kirin armanc."

Di daxuyaniyê de sersaxî ji QSD û tevahî malbatên şehîdan re hat xwestin û hate gotin: "Îro israr û biryardariya me ya domandina têkoşîn û berxwedana ser xeta şehîdan heya pêkanîna armancên şehîdên me û gelê me zêdetir dibe.”

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN:

Nasnav: Xebat Kobanê
Nav û paşnav: Xebat Remo
Navê dayikê: Xalîsa
Navê bav: Mistefa
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Riwêşid, 26 Sibat 2025

Nasnav: Ceger Kobanê
Nav û paşnav: Cegerxwîn Daban
Navê dayikê: Alya
Navê bav: Xelîl
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Riwêşid, 26 Sibat 2025

Nasnav: Mistefa Efrîn
Nav û paşnav: Xalid Mihemed
Navê dayikê: Sebah
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Cih û dîroka şehadetê: Riwêşid, 26 Sibat 2025

Nasnav: Bahoz Kobanê
Nav û paşnav: Cemal Şahîn
Navê dayikê: Besê
Navê bav: Nesret
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Cih û dîroka şehadetê: Riwêşid, 26 Sibat 2025