Derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Bendava Tişrînê bi dijwarî topbran dikin.

Derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran tê topbarankirin
1 adar, 2025   13:56
BENDAVA TIŞRÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran dikin.

Agahiyên zêdetir nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Kanûna 2024’an êrişên xwe yên dagirkirin û qirkirinê li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê zêdetir kirine.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca rawestandina êrişan û nîşandana dijbertiya xwe ya li hemberî êrişan 53 roj e bi koman nobeta parastina bendavê dewr digirin. Şervanên QSD û YPJ’ê li ber êrişan digirin.

(bm/bb)

ANHA