QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin

QSD’ê nasnameyên 3 şervanên di êrişa xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Şihêlê yê Dêrazorê şehîd bûbûn aşkera kirin.

QSD’ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin
14 gulan, 2024   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyek nivîskî nasnameyên 3 şervanên di êrişa xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê de li bajarê Şihêlê yê Dêrazorê de şehîd bûbûn, aşkera kirin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrişa xwekujî ya çeteyên DAIŞ’ê ya roja Îna borî li bajarokê Şihêl ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza rakirina tola şehîdan û  têkbirina DAIŞ’ê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

Nasnav: Pîro

Nav û Paşnav: Elî El Ilêwî

Navê Dayikê: Wedha El Hemade

Navê Bav: Silêman

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Becdelî/1999

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Şihêl/10 Gulan 2024

Nasnav: Ciwan

Nav û Paşnav: Mihemed Receb

Navê Dayikê: Hesa

Navê Bav: Cuma

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Hedadiye-2001

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Şihêl-10Gulana 2024

Nasnav: Xeyber

Nav û Paşnav: Mehmûd El Hemûd

Navê Dayikê: Ferîda El Sîrac

Navê Bav: Ehmed

Cih û Dîroka Jidayikbûnê: El Bû Kemal- 2004

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor-Şihêl-10 Gulan 2024.

(bb)