QSD`ê nasnameya şervanekî aşkera kir

QSD`ê nasnameya şervanekî aşkera kir û soz da ku rêya şehîdan bidomînin ta ku xewn û armancên ji bo wê, fedakarî kirine, bi dest bixin.

QSD`ê nasnameya şervanekî aşkera kir
16 îlon, 2025   20:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî aşkera kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hatiye nivisîn: “Şervanê me Diyar (Emmar Mirî El Hesen) dema erka xwe bi cih dianî di qezeyekê de şehîd bûye.

Em sersaxiyê didin malbata şehîd Diyar û malbatên şehîdan. Em soz didin ku li ser şopa wan bin û têkoşînê bidomînin ta ku xew û armancên ji bo wê fedakarî kirine, bi dest bixin.

Nasnameya hevalê me wiha ye:

Nasnav: Diyar

Nav û paşnav: Emmar Mirî El Hesen

Navê dayîkê Cewhere

Cihê jidayîkbûnê: Hesekê

Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor-El Cirzî El Xerbî-qeza-12-9-2025.”

(şx)