El Şîbanî: Ji bo Siwêdayê lihevkirin hene

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ragihand ku bi hevkariya Urdun û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji bo çareserkirina aloziya Siwêdayê li hev kirine. Di heman demê de, siyasetmedarekî Durzî teqez kir ku vekişîna hikûmetê ji gundên dagirkirî û berdana kesên revandî şertên bingehîn ên her lihevkirinekê ne.

El Şîbanî: Ji bo Siwêdayê lihevkirin hene
16 îlon, 2025   20:52
NAVENDA NÛÇYAN

Piştî hevdîtina wezîrê karên derve yê Urdunê Eymen Sefedî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê Thomas Barrack, wezîrê karên derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Esed El Şîbanî ragihand ku ji bo çareserkirina aloziya Siwêdayê wan lihev kirine.

Barak di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de diyar kir ku hevkariya di navbera Hikûmeta Veguhêz û Urdunê, DYA’ê de bûye sedema van rêkeftinan, bêyî ku hûrgiliyên wan eşkere bike.

Her çend heta niha ti helwesteke fermî ji aliyê serokatiya ruhanî ya Siwêdayê ve nehatiye dayîn jî, siyasetmedarê Durzî Mahir Şeref El Dîn li ser hesabê xwe yê “X” desnîşan kir ku vekişîna hikûmeta veguhêz tevahî ji gundên dagirkirî û berdana kesên revandî şertên her lihevkirinekê ne. Her gavek ku van her du daxwazan ji holê rake wê netemam be û wê rastiya li ser erdê neguherîne.

Di heman demê de, rayedarekî leşkerî yê Hikûmeta Veguhêz ji AFP`yê re eşkere kir ku li gorî daxwaza Îsraîlê ya avakirina herêmeke bêçek li ser sînor, hêzên wî çekên giran ji başûrê welêt vekişandine.

Her wiha meha borî, Sefedî û Şîbanî li Urdinê bi Barak re civiyan û li hev kirin ku ji bo piştgiriya hewldanên agirbestê li Parêzgeha Siwêdayê komeke xebatê ya sêalî ava bikin. Lê hêzên Hikûmeta Veguhêz rojane agirbestê binpê dikin.

(ac/şx)

ANHA