‘Heya rawestandina êrişan em li Bendava Tişrînê ne’

Nobedarên Bendava Tişrînê bi israr in ku heya rawestandina êrişan nobedariyê bikin û got "Em ê bi xwîna xwe bendava bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin."

22 sibat, 2025   06:17
BENDAVA TIŞRÎN
ROHAT XELEF

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca dagirkirinê ji 8’ê Kanûna 2024’an ve êrişên bejahî û hewayî li dijî Bendava Tişrînê pêk tînin. Gelê herêmê 45 roj e ji bo parastina bendavê û şermezarkirina êrişan çalakiya nobetê li dar xistine. Çalakgerên nobetê der barê mijarê de nêrînên xwe bi me re parve kirin. Çalakgeran diyar kir ku ew bi biryar in bendavê biparêzin û wekî "sembola berxwedan û serfiraziyê" bi nav kir.

Evîn Ebas anî ziman ku ew ê çalakiyê berdewam bikin û got: "Em soz didin ku em ê berxwedanê berdewam bikin û piştgiriyê bidin QSD’ê. Em li vir in da ku bendava xwe biparêzin ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan.”

Evîn Ebas diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişan dixwaze gelê Sûriyeyê bê îrade bike, lê wê nekare vê yekê bike.

Şêniyê bi navê Hemdî Eshed da zanîn ku ew ê çalakiya parastina bendavê ji êrişan bidomînin û ev peyam da: “Em ê bi xwîna xwe Bendava Tişrînê ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan biparêzin.”

Nobedara bi navê Hindirîn Mihemed jî teqezî li ser domandina berxwedanê kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê me ji bo pêşîgirtina li dagirkirina bendavê fedakariyên mezin dane. Divê em jî layîqî van fedakariyan bin û piştgiriya bi hêzên xwe re bidomînin."

(bb)

ANHA