Li gundewarê Hemayê 4 karkerên elewî hatin qetilkirin

Çekdaran li gundewarê Hemayê 4 karkerên elewî dema ji karê xwe vedigerîn, qetil kirin.

Li gundewarê Hemayê 4 karkerên elewî hatin qetilkirin
28 îlon, 2025   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 4 karkerên elewî ji aliyê çekdarên rûpoş ve dema ji karê xwe yê li gundê Cedrîn ê gundewarê Hemayê vedigerîn, qetil kirin. 

SOHR`ê da zanîn ku her 4 karker, di avahiyan de dixebitîn. Piştî ku hêzên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê bendên xwe ji gundê navborî rakirin, çekdaran êriş kir.

Ji destpêka 2025`an û vir ve, di bûyerên heyfhilanînê û taîfî de, li herêmên di bin kontrola Hikumeta Veguhêz de hezar û 51 kes hatine kuştin. Jê 21 zarok in.

(şx)