QSD’ê ji kampa Holê vekişiya

QSD’ê ragihand ku ji ber helwesta bêperpirsyar a navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê, ew neçar in hêzên xwe ji kampê vekişînin.

QSD’ê ji kampa Holê vekişiya
20 ÇILE, 2026   16:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: " Ji ber helwesta bêperpirsyar a navneteweyî ya li hemberî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê û ji ber ku  civaka navneteweyî berpirsyariya xwe li hemberî çareserkirina vê dosyaya xeternak pêk nayîne, hêzên me neçar in ji kampê vekişin û li derdora bajarên bakurê Sûriyeyê bibin ku bi xetere û gefên zêde rû bi rû ye."

(b)

ANHA