Bîlançoya êrişa li Moskovê giran dibe

Hate ragihandin ku hejmara kesên di êrişa li Moskovê jiyana xwe ji dest dane derket  152’yan.

Bîlançoya êrişa li Moskovê giran dibe
24 adar, 2024   12:25
 NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya nû ya Wezareta Rewşên Awarte ya Rûsyayê de hate diyarkirin ku ku hejmara kesên di êrişa li Moskova jiyana xwe ji dest dane derket 152’yan. Li gorî daxuyaniyê 8 jê zarok 285 kes birîndar bûne.

Li gorî medyayên rûsî, ji bo piştevaniya bi malbatên quraniyan re li welat şîn hatiye îlankirin.

Hate ragihandin ku xebatên lêgerînê di bin kavilan de dewam dike.

(bb)