QSD’ê du DAIŞ’iyên pisporê teqemeniyan girtin

QSD’ê şaneyek çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê kantona Tebqa ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê bandor kir û 2 çeteyên DAIŞ’ê yên pisporê alavên leşkerî û teqemeniyan girtin.

QSD’ê du DAIŞ’iyên pisporê teqemeniyan girtin
11 hezîran, 2025   22:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li gundewarê kantona Tebqayê şaneyek DAIŞ’ê bê bandor kir û 2 DAIŞ’î girtin.

Li gorî navendê, Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên girêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi beşdariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî operasyoneke ewlehî ya hevbeş li bajarokê Mensora yê Tebqayê li dijî şaneyekê pêk anî. Di encamê de şaneya DAIŞ’ê ya terorîst hat bêbandorkirin.

Piştî şopandina berdewam û baldar a tevgerên şaneyê, nuqte û cihê veşartina wan hat diyarkirin, bi wê re hêzan ew cih dorpêç kir û 2 çeteyên DAIŞ’ê girtin. Navê yekî "Ebdusetar Ebdulfetah El Mihemed (Ebî Emîra) ye, û ya din jî birayê wî ye, bi navê "Mihemed Ebdulfetah El Mihemed (Ebî El Bera)" e. Ew her du ji Mensora ne.

Navendê anî ziman ku Ebdusetar û El Mihemd di çêkirina teqemeniyan de kar kirine, her wiha di kargeheke turno ya çêkirina bêdengkerên çekan, mayîn û teqemeniyan de dixebitîn.

Navendê diyar kir ku, ruxmî hewldanên DAIŞ’ê yên firsetgirtina ji aloziya heyî ya li Sûriyeyê, ji bo xurtkirina rêxistinêna xwe, êrişên xwe li dijî sivîl û saziyên xizmetguzarî yên herêmê pêk bînin, lê operasyonên hêzên QSD’ê yên ewlehî û leşkerî li dijî çeteyên ranawestin û wê dewam bikin heta ku ew tên tunekirin.

(fr)