Lihevkirina li ser ezmûnên her du bawernameyan bi girseyî hat pêşwazîkirin

Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî lihevkirina ku di navbera Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xwseser û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de, li ser proseya ezmûnên bawernameyên navîn û amadehî ya li gorî mînhaca rejîma berê pêk hatiye rihetiya xwe anîn ziman û bi coş pêşwazîkirin.

Lihevkirina li ser ezmûnên her du bawernameyan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Lihevkirina li ser ezmûnên her du bawernameyan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Lihevkirina li ser ezmûnên her du bawernameyan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Lihevkirina li ser ezmûnên her du bawernameyan bi girseyî hat pêşwazîkirin
Lihevkirina li ser ezmûnên her du bawernameyan bi girseyî hat pêşwazîkirin
12 hezîran, 2025   07:35
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Di 10'ê vê Hezîranê de Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Wezareta Perwerdeyê ya desthilata Şamê de, li hev civiyan. Di civînê de li ser mekanîzmaya hevbeş a proseya ezmûnên qonaxên navîn û amadehî yên mînhaca rejîma berê, nîqaş hatin kirin.

Piştî civînê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê biryarên taybet ji bo tomarkirina navên xwendekaran û diyarkirina navendan, dan. Desteyê diyar kiribû ku ev gav, ji bo berpirsiyartiya wan a birêxistinkirina proseya ezmûnan û misogerkirina hêsanbûna tomarkirinan xwendekarên dixwazin ezmûnên navîn û amadehî yên li gorî mînhaca rejîma berê, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşkêş bikin, hat avêtin.

6 NAVENDÊN TOMARKIRIN Û DIYARKIRINA DEMA WÊ

Desteyê ji bo tomarkirina xwendekaran 6 navend li kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin; 2 navend li kantona Cizîrê, yek li Reqa, yek li Tebqa, yek li Firatê û ya din jî li Dêrazorê. Ji 11’ê Hezîranê heta 16’ê Hezîranê, ji saet 8’ê sibehê heta 5’ê êvarê tomarkirin hatiye destpêkirin.

LI HESEKÊ PÊŞWAZÎKIRINA GIRSEYÎ Û RIHETIYA GEL

Nûçegihanê ajansa me serdana navendA tomarkirinê ya bajarê Hesekê ya li avahiya Rêveberiya Dibistanan a Hesekê, kir. Nûçegihan diyar kir ku di roja yekê ya tomarkirinê de bi hezaran xwendekarên xort û keç xwe tomar kirin û rihetiya xwe ji vê lihevkirinê re nîşan dan. Xwendekaran ev gav bi gava ber bi îstîqrara perwerdehiyê, piştî çend mehan ji fikaran, bi nav kir.

Xwendekar Xalid Ehmed El Ehmed diyar kir ku beriya ev navend werin vekirin pir zehmetî dikişandin û got: "Berî vekirina van navendan, me gelek zehmetî dikişandin û ji bo tomarkirinê em neçar dibûn ku berê xwe bidin Dêrazorê, vê jî zexteke mezin çêdikir. Lihevkirina dawîn barê me yê pîskolojî û madî sivik kir û ez niha ji bo ezmûnê amade me."

Xwendekar Besma Ehmed El Uwêd, ji bo vê gavê spasiyên xwe pêşkêş kirin û got: "Me berê nikarî biçûna deverên dûr ku ezmûnan pêşkêş bikin. Vekirina van navendan barê me gelekî sivik kir û moralên me bilind kirin. Em ji bo vê gavê spasiya Rêveberiya Xweser dikin."

Xwendekar Diyaa El Şemdîn jî bal kişand ser aliyê aborî û wiha axivî: "Ji ber ku dûrbûna navendan û bilindbûna mesrefê gelek xwendekaran nikarî xwe tomar bikira. Vê lihevkirinê gelek pirsgirêkên me sivik kirin. Em bi hêvî ne ezmûnên xwe serketî derbas bikin."

DI ROJA YEKEM A TOMARKIRINÊ DE ZEHMETIYÊ RÊXISTINÎ

Mamosteya bîrkariyê Necah Remedan a ku di tomarkirina navên xwendekaran de dixebite ji ajansa me re li ser girîngiya vê lihevkirinê axivî û got: "Vê gavê barên rêwîtiya dûr û bicihbûna li herêmên dûr li ser xwendekar û malbatên wan sivik kirin. Lê em rûbirûyî hin zehmetiyan dimînin, wek nezaniya mekanîzmaya tomarkirinê li gel gelek xwendekaran, bi taybet ên li gel wan belgeyên îsbatkirinê tune ne. Bi rêya komek taybet ku piştgiriya guncaw dide wan, li ser çareserkirina vê pirsgirêkê dixebitin."

Necah Remedan diyar kir ku ev destpêşxerî destpêka teşwîqker a ber bi lihevkirinên zêde yên perwerdehiyê siberojê ve, temsîl dike û dawî li gotina xwe anî: "Em hêvî dikin ev lihevkirin berfirehtir bibin û pêşxistina mînhacan jî bigire nav xwe; li gorî pirrengiya pêkhateyên civaka Sûriyeyê be û xizmetî proseya perwerdehiyê ya berfireh bike."

(mh/fr)

ANHA