Şandeya Ewropî bi nûnerên koçberên Serêkaniyê û Efrînê re civiya

Şandeya Ewropî ku ji parlamenter û hiqûqnasan pêk tê bi nûnerên koçberên Serêkaniyê û Efrînê re şert û mercên jiyanê yên koçberan gotûbêj kirin.

Şandeya Ewropî bi nûnerên koçberên Serêkaniyê û Efrînê re civiya
11 hezîran, 2025   22:21
QAMIŞLO

Şandeya Ewropî ya payebilind ku ji endamên PE’yê û Rêxistina "Parêzerên Sînornenas" a Fransî pêk tê, îro bi nûnerên Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Kombenda Efrîn a Civakî re li bajarê Qamişloyê hevdîtin kirin. Ev hevdîtin di çarçoveya veguhastina êş û zehmetiyên koçberan ji civînên Ewropî û navneteweyî re hat kirin.

Şandeya Ewropî ji van pêk tê:

Mounir Satouri: Endamê Parlamentoya Ewropayê yê Fransî, Serokê Komîteya Mafên Mirovan, Parêzerê Baroya Parîsê.

Emilie Moreno: Seroka Komîteya Mafên Mirovan a Meclîsa Neteweyî ya Parêzerên Fransî.

Fabienne Sevran: Seroka Komeleya Fraternité Générale.

Marie Doss: Parêzera Baroya Parîsê, endama Rêxistina Parêzerên Sînornenas a Fransî (ASF).

Matthieu Yagard: Parêzera Baroya Parîsê, nûnerê ASF.

Ji aliyê Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Kombenda Efrîn a Civakî jî; Ciwan Îso, Zehra Semo, Azad Evdikê, Cibraîl Mistefa , Ebdullah Şikakî û Gulê Cafer hebûn.

Di civînê de zehmetiyên mirovî, hiqûqî yên li hember koçberên li herêmê, nexasim ên di aliyên bicihbûnê, perwerdehiyê, baldariya tenduristî de hatin gotûbêjkirin. Li kêlek wê jî binpêkirinên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî koçberan hatine kirin û bi darê zorê hatine koçberkirin hatin parvekirin.

Nûnerên komîte û kombendê diyar kir ku pêwîst bi pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî û dîplomasî ji bo pirsgirêka koçeran heye û vegerek ewle û dilxwazî hebe. Nûneran destnîşan kir ku hevkariya rêxistinên hiqûqî yên Ewropa di belgekirina binpêkirinan û vekirina kanalên alîgiriya navneteweyî de, pir girîng in.

Şandeya Ewropî jî girîngiyek mezin da vê dosyayê û got ew pabend e ku van mijaran ji aliyên têkildar ên PE’yê re veguhêzin û wê hevkarî û pevguhertina agahiyan berdewam be.

Ev hevdîtin di çarçoveya rêzetevgerên aliyên sivîl û hiqûqî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibin de, ku balê bikişînin ser êşên koçberan û berevaniya mafên wan ên rewa yên vegerê û jiyana birûmet, pêk tê.

(fr)

ANHA