Li Sûriyeyê 17 kes hatin kuştin

Li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 17 kes hatin kuştin.

Li Sûriyeyê 17 kes hatin kuştin
3 adar, 2025   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), piraniya wan li herêmên desthilata Şamê, li deverên cuda yên Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de bi kêmanî 17 kes hatin kuştin.

Li gundê Til Sikîn ê Hemayê cenazeyên 2 kesan hatin dîtin. Hate diyarkirin ku her du kesên ji Idlibê, ji aliyê çekdaran ve hatine kuştin. Li bajarê Hara yê li bakurê rojavayê bajarê Derayê jî zarokek bi şaş bi demançeya bavê xwe hat kuştin.

Li herêma Dumer a Şamê ji ber pevçûna di navbera ciwanan de, ciwanek ji gundê Sikeriyê yê El Bûkemal ê Dêrazorê hat kuştin. Li herêma Lucatê ya Derayê jî ciwanek ji aliyê komeke çekdar ve hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê, li bajarokê Heyalîn ê gundewarên Hemayê komeke çekdar a li motorsîkletan siwar bûbûn, êriş bir ser hin kesên nimêj dikir û 3 kes qetil kirin. Her wiha li ser rêya Tel a bajarê Şamê jî çekdaran kesek û kurê wî qetil kirin.

Li gundê Seila yê li rojavayê Siwêdayê di navbera xelkê gund de pevçûn derket û di encamê de zarokek hat kuştin.

Ji ber teqîna mayinên bermahiyên şer 3 kes li herêma Kebana ya Laziqiyeyê û 3 kesên din li çolistana El Bû Kemal a Dêrazorê, herêma Qetet a bajarê Suxna yê li rojhilatê Humisê û çolistana Diweyîr a gundewarên Dêrazorê hatin kuştin.

(bb)